Hunermendê Urmiyeyî xelkê han dide ji madeyên hişber dûr bikevin

Hunermenekî Kurd ê ji navçeya Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, bi rêya vîdyoklîpekê xelkê han dide ji madeyên hişber dûr bikevin.

Li Rojhilatê Kurdistanê tûşbûna bi madeyên hişber diyardeyeke berbilav e û gelek kes tûşî wê belaya malwêranker bûne.

Yek ji sedemên ku rêjeya tûşbûna bi madeyên hişber li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye, nebûna çalakiyên kultûrî di salên berê de bû, lê di van salên dawiyê de gelek hewl ji aliyê çalakvanên sivîl û kultûrî ve hatine dayîn, ji bo rûbirûbûna wê diyardeyê.

Çêdibe ku hunermend roleke girîng di wê derbarê de bilîzin, ji ber ku hunermend xwedî cemawer û guhdar in, di nava stran û hunera xwe de dikarin dijatiya xwe ji bo bikaranîna madeyên hişber nîşan bidin û xelkê han bidin ku ew jî li dijî wê diyardeyê derkevin.

Hunermend Yûsif Cizîrî ku starbêjekî navçeya Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye, bi rêya vîdeoklîpekê dijatiya xwe bo bikaranîna madeyên hişber nîşan daye.

Hunermendê Urmiyeyî, Yûsif Cizîrî vîdyoklîpek derxistiye û naveroka wê hewleke ji bo vegeriyana tûşbûyên madeyên hişber bo nav jiyaneke asayî.

Yûsif ku pêştir bixwe tûşî amdeyên hişber bûbû, gelek derdeserî dîtine, lewra bi ezmûna xwe ya di wî warî de dizane ku çawan xelkê han bide dest ji vê malwêraniyê berdin.

Yûsif Cizîrî di derbarê vê hewla xwe de ji Rûdawê re ragihand, ew bixwe berê muitad bû û rewşa wî pir xirab bû, lê wî biryar da ku careke din rabe ser lingên xwe û dest bi jiyaneke asayî bike û hunera xwe berdewam bike.

Navê klîpa Yûsif Cizîrî "Rojgar"e, û yekem car di rêya Tora Medyayî ya Rûdawê re tê belavkirin.

RÛDAW