Pompêw pîrozbahîyê li Nêçîrvan Barzanî dike
Her di wê peywendîya telefonî de, Pompêw tekez kir li ser peywendîyên welatê wî û Herêma Kurdistanê û Îraqê di hemû waran de.
Herweha Popmpêw hêvî xwazt peywendîyên Hewlêr û Bexdayê de zêdetir tund û tukme be û arîşeyên di navbera herdû allîyan de bi rê ya danûstandinan û gotûbêjan bihên çareserkirin.
Ji alîyê xwe ve jî, Nêçîrvan Barzanî supasîya wezîrê derveyê Emerîkayê kir bo wê peywendîya telefonî û pîrozbahîkirinê û tekez jî kir li ser bihêzkirina peywendîyên Herêma Kurdistanê û Îraqê di hemû waran de û çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rîya danûstandinan û gotûbêjan.
K24