Yekîtiya Ewropayê rapora Tirkiyê eşkere kir
Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye jî ligel derbarê 7 welatan de Rapora Berfirehbûnê belav kir.
Endamê Komisyona Ewropayê Berpirs ji Berfirehbûnê Johannes Hahn got, pêvajoya danûstandinan a ku ligel Tirkiyê dihat kirin hatiye asta rawestandinê û ti beşekî nû nayê kirin.
Johannes Hahn, li Komîteya Karûbarê Derve ya Parlamentoya Ewropayê, Tirkiye jî ligel pakêta xwe ya derbarê 7 welatan de pêşkêş kir.
Di raporê de wek salên borî tê gotin ku Tirkiye di warê mafê mirov û demokrasiyê de paşketiye û yekem car e qala nîgeraniyên derbarê ekonomî û bazara azad de tê kirin.
Johannes Hahn, da zanîn ku li Tirkiyê binpêkirinên mafên mirov kûr bûne û ekonomî jî ligel di gelek waran de "paşde çûye" û got: "Tirkiye li ser dûrketina ji Yekîtiya Ewropayê berdewam e."
Hahn diyar kir ku ji rêkeftina ligel Enqerê ya derbarê penaberan de kêfxweş e û got: "Di çarçoveya berjewendiyên me yên hevbeş de karê me yê hevbeş berdewam e."
RÛDAW