top of page

PAK û PSKê li Enqereyê li gel Sefareta Emerîkayê hevdîtinek pêk anîn

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirên Serokê Giştî yê PSKê Celal Yildiz û Hasan Tuzcu, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül roja 29.05.2019an li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de li gel nûnerên Sefareta Emerîkayê hevdîtinek pêk anîn

Heyeta PAK û PSKê roja 29.05.2019an li Sefareta Emerîkayê li gel Berpirsa beşa sîyasî Amy LILLIS û karmendê beşa siyasî Matthew B. STANNARD hevdîtinek pêk anîn.

Heyeta PAK û PSKê di vê hevdîtinê de di derbarê doza daxistina(girtina) PAK û PSKyê de agahdarî dan.

Herweha heyeta PAK û PSKê di vê hevdîtinê de dosyayeke ku ji Îdîaname û mutalaya doza girtinê pêk hatî û daxuyanîya hevbeş ya PSK û PAKê ya bi kurdî, Tirkî û Îngilîzî hatibû amade kirin teslîmî nûnerên Sefareta Emerîkayê kirin.

Kaynak: PAK û PSKê li Enqereyê li gel Sefareta Emerîkayê hevdîtinek pêk anîn

Rûpela nû

bottom of page