13 zarok li kampa Holê canê xwe jidest dan
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji ber nebûna çavdêriya tenduristiyê û kêmbûna dermanan 13 zarok li kampa Holê canê xwe jidest dan.
Rewangehê da zanîn, hejmara zarokên bi sedema nebûna çavdêriya tenduristiyê û kêmbûna dermanan û pêdviyên jiyanê ji destpêka îsal ve canê xwe jidest dane, gihîştiye 308 zarokan.
Berî çend rojan Rêxistina Bijîşkên Bêsînor di raportekê de diyar kiribû, rewşa mirovî li kampa Holê gelekî xirap e û kêmbûn di xwarin, vexwarin û her tiştî de heye û çavdêriya tenduristî ne di asta pêwîst de ye.
Kampa Holê li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê ye. Hejmara xelkên wê zêdetir 70 hezar kesan e, penaberên Îraqî û awareyên Sûriyê û malbatên DAIŞê yên di dema dawî de ji Baxozê derketibûn lê bich dibin.
K24
S. B