Kiliçdaroglu: Divê Parlemanto zimanê Kurdî nas bike
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, tevî gelek mele, oldar û kesayetiyên naskîrî yên Kurdan, rojnamevan û karsazan beşdarî bernameya fitarê ya Platforma Parêzvanên Maf bû.
Kiliçdaroglu piştî fitarê bersiva pirsa Kurdistan24 da û da xuyakirin, divê zimanê Kurdî bi awayeke yasayî were bikaranîn, were fêrkirin û xwendin. Ji bo vê pêwîstî bi sererastkirinên yasayî heye. Cihê vê jî Parlamentoya Tirkiyê ye. Eger bingeheke baş dirust bibe, bawer dikim hemû parlamenter dê jibo vê bêjin belê.
Da xuyakirin, madem pêkve dijîn divê di hemû mafan de wekhevî hebe, ev pediviya demokrasiyê ye. Divê mirov bikare zimanê xwe fêr bibe, bi zimanê xwe bixwîne. Daxwaza me hemiyan ev e.
Kiliçdaroglu her weha got, piştî salan hate dîtin ku Tirkiye bi qedexeyan nikare bigihe ti derê. Berûvajî dibin sedemê cudabûn û aloziyan. Divê Tirkiye ji van rizgar bibe. Ti kêşeya Tirkiyê nîne ku çareser nebe. Bawer dikim ku bi şêwirmendî, gotûbêjan, lêkolîn û axaftinan hemû pirs tên çareserkirin.
K24
S. B