Tirkiyê fermana dersînorkirina berpirsekî ENKSê da

Hikûmeta Tirkiyê fermana derxistina endamekî rêveberiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û malbata wî ji Tirkiyê da.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif ji Kurdistan24 re ragihand, Tirkiyê biryara dersînorkirinê derheqê Endamê Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozisyonê, û Nûnerê ENKS di îtîlafê de Hewas Egîd û malbata wî daye, bi behaneya ku navborî metirsî ye liser ewlehiya dewleta Tirkiyeê.

KTV