Li Şingalê agirekî mezin li dexl û danên welatiyan ketiye
Agirekî mezin li dexl û danên rojhilatê Şingalê ketiye, tîmên agirvemirandin û xelkê deverê bi kontrolkirina şewatê ve mijûl in.
Qaymeqamê Navçeya Şingalê Mehma Xelîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku agir bi berhemên dexl û danên xelkê devera Zigdixan a li rojhilatê Şingalê ketiye.
Mehma Xelîl eşkere kir ku heta niha jî şewat berdewam e û tîmên agirvemirandin û xelkê deverê bi kontrolkirina şewatê ve mijûl in.
Li ser sedema derketina şewatê, Qaymeqamê Navçeya Şingalê Mehma Xelîl amaje bi wê yekê kir ku hêj ne diyar e ku kê agir berdaye dexl û danan.
Mehma Xelîl eşkere kir ku li ser bûyerê lêkolîn dest pê kiriye.
RÛDAW