Cîhadiyên Tirkiyeyê jineke Kurd birîndar kirin
Li gor jêderên ji herêmê duhê êwarê cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Efrînê gole li ser jineke Kurd reşandine û birîndar kirine.
Li gor nûçeya anhayê duhê beriya berbanga êwarê cîhadiyên Tirkiyeyê li gundê Burc Qasê ya navçeya Şêrawayê gole li ser jineke Kurd bi navê Menar Elî Nasir reşandine û ev birîndar kirine.
Piştî êrîşî şêniyên deverê jina Kurd veguhastine nexweşxaneya Zehra ya nêzî gundê Burc Qas û niha rewşa vê başe.
KTV