Seyda Mela Mehyeddinê Domê û pirsa Hecîkî!
Dün ·
Seyda Mela Mehyeddinê Domê û pirsa Hecîkî! Rojek ez û rehmetî em li derê qehwa wî runiştîbûn. Hecîkî ji wê da hat got, min yek dixwest Xwedê du melle dane min, ka bêjin navê diya Mûsa Peyxember çi bû? Seyda li çavên min nihêrî. Min got ciyê Seyda li wir be gotin li min nakeve. Seyda got hecî navê diya Mûsa a.s. Xemlê bû! Hecî got ha ha Xwedê ji te razî Xemlê navê kurda ye. Seyda got ma jixwe Mûsa ji kurd bû. Hecî li çavên min nihêrî. Min got hecî ma ne em dibên Îbrahîm Peyxember kurd bû ne wisa? Got erê. Êêêê me ne Musa jî nebiyê Îbrahîm ê hefta ye, dêmega ew jî kurd bû. Hecî xwe kerr kir, ez û Seyda em keniyan. Seyda demek derket Europa û şûnva zivîrî, rojek êvarê çend kes tên ber derî bi kurdî gazî dikin, dibên karê me bi Seyda heye. Dema Seyda dertê ber derî lê gulebaran dikin, Seyda şehîd dikeve. Hezar rehmet lê be, Xwedê wî bike cînarê Peyxemberan!
Nîşandan Kerem SERHATLI