Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê: Ti kurdekî Başûrî di nav DAIŞê de nemaye

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê: Ti kurdekî Başûrî di nav DAIŞê de nemaye

Berpirsekî Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Kurdistanê ragihand, ti kurdekî Başûrê Kurdistanê di nav DAIŞê de nemaye.

Berpirsê pêwendiyên Wezareta Ewqaf ya Kurdistanê, Merîwan Neqşbendî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, dema DAIŞ derket derdora 500 kurdên Başûrî tevlî DAIŞê bûn lê beşek mezin ji wan, derdora 350 kesan, hatin kuştin û derdora 150 kesan jî teslîmî hêzên ewlehiya Kurdistanê bûn.

Merîwan Neqşbendî her wiha gotiye, piştî ku DAIŞ li Dêrazorê bi taybet li navçeya Baxoz ya Sûriyê hat şikandin, ti kurdekî Başûrî di nav DAIŞê de nema, yên mabûn jî çûn nav rêxistina Cebhet El Nusra. Hejmara wan derdora 20 kesan e.

BasNews