Li Xaneqînê 700 donim zeviyên kurdan hatiye şewitandin Berpirsekî PDKê: Heşda Şeibî jî alîkariya DAI
Berpirsekî PDKê dibêje, heta niha li Xaneqînê herî kêm 700 donim zeviyên cotkarên kurd hatiye şewitandin. Bi gotina wî, ew tenê karê DAIŞê nîne.
Berpirsê liqa 15 ya PDKê li bajarê Xaneqînê, şêx Ceifer şêx Mistefa ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, şewitandina dex û zeviyên kurdan li Xaneqînê didome. Heta niha herî kêm 700 donim zevî hatiye şewitanidn.
Şêx Ceifer şêx Mistefa her wiha gotiye, DAIŞ bi tenê nikare wî karî bike ji ber wê jî çekdarên Heşda Şeibî jî alîkariya wan dikin. Ji xwe beşek mezin ji çekdarên DAIŞê bûne çekdarên Heşda Şeibî.
Wî berpirsê PDKê daye xuyakirin, rewşa Xaneqînê gelekî xirab e û gotiye, xelk dixwazin hêzên Pêşmerge vegere wir û wan biparêze.
BasNews