top of page

Medyakareke Kurd a Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

Rêveberiya Kampa Holê medyakareke Kurd a Êzidî ku ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin, radestî Mala Êzidiyan li parêzgeha Hesekê dike.

Mala Êzidiyan li Hesekê di daxuyaniyekê de ragihand, bi hevahengiya di navbera wan û Rêveberiya Kampa Holê ya Hesekê de, Rêveberiya Kampê jineke Kurd a Êzidî bi navê Navîn Reşo ku ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin radestî wan kir.

Mala Êzidiyan diyar kir, niha pêdiviyên tenduristî û yên pêwîst jê re tên pêşkêşkirin, ta Navîn Reşo radestî Encûmena Şingalê bikin.

Piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê li rojhilatê Dêrazorê ji aliyê HSDê ve, hejmarek ji Kurdên Êzidî hatin rizgarkirin û radestî Mala Êzidiyan û Encûmena Şingalê hatin kirin.

Navîn Reşo 25 salî ye û berî di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve bê revandin, bêjereke Radyoya “Çiyayê Şingalê” bû.

Navîn Reşo / Wêne: Ji sosyal medya

K24

S. B

bottom of page