Netewparêziya Çepgir û Rastgir.
Gava ku mirov li pratîka siyaset û ramanên ku di bin navê netewparêziyê de tên formüle kirin de baş hûr û kûr bibe, mirov pêrgi dîtin û pratîkên cüda dibe. Di tekst û jêdarkên teorîk de tenê yêk pênasîya netewparêziyê tüne ye. Netewparêzî ji weke hemû tevgerên fikrî li gora şert û mercên şênber formata xwe digire, li gora rastîyên cografî û dîrokî xwe birêve diçe û di formasyona xwe de nasnameyeke milî û siyasî digire. Tevgera netewparêzî li ser vî bingehî şênber dibe, nasnama xwe zelal dike û xwe ji xeta tevahî jî bi hemû taybetmendî û hûrguliyan xwe cüda dike. Ango dibe xwe. Ma hemû tevgerên siyasî û fikrî ne wilo pêşve diçin? Mirov eşkere dibine ku di nava miletên serdest de netewparêzî dikeve konteksteke rastgir, bi nejatperestiyê re govendê dike û xwe weke mileteke neqandî dide pênase kirin. Hergav armancên emperyal û dagirkirina xakên biyanî jî dikeve rojeva wana û gelek caran şer û pevçûn li ser wan nirxan jî bilind dibe. Hinek ji wan netewparêzan dewlemendiya xwe, malê xwe, aboriya xwe, teknolojî û zanista xwe, hêza xwe ya leşkerî, hinek jî şarıstanî û ola xwe derdixin pêş û doza serwerîya cihanê dikin! Lê gava ku mirov li ser netewparêziya miletên bindest hûr û kûr dibe, mirov pêrgî rastiyeke din dibe. Ev cûre netewparêzî ji bona wekhewiya nava miletan têdikoşe, mafê miletê xwe diparêze, qala demokrasî û azadîyê dike, mafê statü û dewletbûnê derdixinê pêş, nejatperestiyê nake, naxwaze xaka tu miletan dagir bike, li dijî dagirkeriyê xwedî helwest e, xwedî li ziman, nasname û kultura xwe derdikeve… Ango netewparêziya miletên bindest û miletên serdest di naveroka û helwesta xwe de ji hevdû cüda dibin. Di nirx û îdeolojîya xwe de netewparêziya miletê bindest helwesteke çepgir digire. Ji ber ku yên serdest hergav dijayatiyê bi nirxên hemdemî weke demokrasîyê, azadîyê, dadweriyê û wekheviyê re dikin. Ew nahelin ev nirx bi timamî realize bibin û ji ber vê helwesta xwe jî ew dibin rastgir. Ango li dijî pêşketin û sivîlayetiyê ew dibin asteng. Ji nirx û helwestên gerdûnî, jî maf û pîvanên mirovî bidûr dikevin. Yên ku li dijî wana siyasetê dikin jî – bi hemdê xwe an bêhemdê- dikevin nava helwesteke çepgir. Mantiqê dîrok û siyasetê, formasyon û şênberbûna civakan, bertek û dijderketina dagirkeriyê rengekî çepgir digire û bi nirxên çepgiriyê re pêşde diçe. Zanebûn, jêhatbûn, hişmendî, fikirandina stratejik, hevbeşbûn, mirovperwerî, ked û dadwerî di vê tevgeridanê de şekil û şemalê xwe digire. Mirov dikare bi haweyeke din vê rastiyê formüle bike; ne tenê li gora daxwaz xwe lê belê li gora şert û mercên dîrokî, pêwistiya pratîk -siyasî mirov dikevin nava helwestên rastgir û çapgir. Mirov bixwaze – nexwaze çapgir û rastgirî dibe encameke siyasî û derdikeve pêşiya mirovan. Pratîk û helwesta mirov çi be, kategorizekirin jî li gora vê rastiyê formata xwe digire. Li hemû deverên dinyayê anti kolonyalîzm rengekî çepgir digire. Tu bilevbike an neke, di pratıka xwe de tu dikeve nava helwestên ku rastgir û çapgirin. Mirov vê rastiya hanê eşkere neyîne ziman jî, pratik dîsa li mirovan zelal mikûr tê! Ji ber vê yeke divê mirov bi xwe re, bi helwesta xwe re, bi nirx û prensîbên xwe re lihevkirî be! Baş tê zanîn; dem hebûn liberalên Ewrupa çapgir bûn, li dijî burjuwaziyê konservarif têdikoşandin, dem hebûn dewletên ku bi navê sosyalizmê miletên cüda diperçikandin bibûn rastgir, dem hebûn ku miletên bindest biserketin, bûn xwedî dewlet lê dûra ji nirxên xwe yên bingehîn bidûr ketin û bûn rastgir. Yên dijberî wana jî helwesteke çepgir girtin. Kurt û kurmancî, çepgirî û rastgirî li gora nirx, pratîk û helwesta mirovan kategorîze dibe… Yên ku di nava tevgera Kurdan de statü û dewletbûnê ji bona miletê Kurd naxwazin, ew nikarin weke çepgir benê pênase kirin. Ev rastiyeke him teorik e û him jî pratik e. Li miqabilî dewleta dagirker, divê çepgir doza wekhewiyê bikin, miletê Kurd ji bindest û çewsandinê azad bikin, statü û dewletbûnê ji bona miletê Kurd bixwazin.Ya na çepgirîya wana vala ye û xizmetê ji nirxên çepgir re jî nake. Li Kurdistanê xeta netewî-demokrat bixwaze- nexwaze dinava heyvaneke çepgir de tirş dibe, tam digire, şikil digire û dikeve tênûreke Kurdewar! Ez dipirsim; di kijan jêderk û çavkaniyên çepgirîyê de li dijî dewletbûn û serbexwebûna mileteke bindest helwesteke dijberîyê heye? Ji bona mînak; Mark û Engels di Manîfestoya Komunîst de dibêjin; heta ku hemû dîk bi azadî li ser sergoyên xwe bang nedin, enternasyonalizm ne pêkan e! Ango hemû milet divê azad bibin, serbixwe bibin, bibin xwedi dewlet, bibin xwedî serwerî û li ser sergoyên xwe azad bang bidin! Mînaka helî baş ji bona vê mîjarê li Ewrupa Polonya bû! Îdeala çepgirîyê li gora Marks û Engels di mînaka Polonya de xwe derxistibû pêş… Wê gavê hemû milet dibûn weke hevdû, dibûn xwedi heman mafan, di nava miletan de serdestî û bindestî ji holê radibe û bi her milet bi daxwaza xwe dibû alikar ji miletên din re. Gava ku hemû milet bûn milet ji bona xwe, neketin bin zordestiya miletên din, xwedî li xak, ziman, berjewendî, welat û kultura xwe derketin, wê gave enternasyonalîzim dibe xwediyê nirxeke exlaqî û digîhêjt asteke berz… Ma birastî çepgirên civaka me û yên derdora me çiqasî çepgirî baş fêmkiribûn? Ez bi dilekî paqij, bi zanebûn û bi dengekî bilind dibêjim; çepgirê ku di prensîb de li dijî dewletbûna Miletê Kurd derkeve ne çepgir e! Rastgirê ku ji bona rizgarbûn û dewletbûna Kurdan têbikoşe, ew di dawî de dikeve nava helwesteke çepgir! Mirovê çepgir ku ji bona dewletbûna Kurdan tênekoşe ew incex dikare bibe çeprast, rastçep, nîvco, qûrmiçî û sergêj! Ji bona ku em bikaribin nava refên Kurdan zelal bikin,helwestên netewî xurt bikin têkoşineke fikrî ji me re lazim e! Di vê rewşa aktüel de divê em têkoşina fikrî derxinin pêşberî raya Kurdan û refên xwe ji aliye nirxên hemdemî de tebût bikin! Ez dizanim ku aqilekî çepgir tucara nebûye dijminê xeta netewîya Kurd, divê em bi zanebûn karibin van fikir û nirxên çepgir ji nava destên sextekar û şarlatanan derxînin û wana ji bona doza netewî aktuel bikin!