Nêzîkî 40 hezar kesan ji xelkê Şingalê heta naha bê nasname ne
Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî dagirkirina bajar ji aliyê DAIŞê ve û koçberbûna xelkê hejmarek mezin a hemwelatiyan nasnameyên xwe winda kirine. Lê piştî azad kirina Şingalê û destbikarbûna îdareya bajar, heta naha karîne ji bo 170 hezar kesan nasname derbixin.
Mehma Xelîl got: ‘’Heta naha em derxistina nasnameyan berdewam dikin bo rûniştvanên resen ên Şingalê û kurdên êzdî, ji bo wê jî çend tîmên me yên gerok hene ku rojane serdana kampan dikin û karûbarên hemwelatiyan bicîh tînin.’’
Derbarê rêkarên dayîna nasnameyan ji rûniştvanên navçeyê re jî got: ‘’Her hemwelatiyekî rûniştvanê resen ê Şingalê nebe û li rêveberiya nasnameyê pêşîneya wî nebe em nasnameyê nadin wî. Ji ber xelkekî zêde yê bi rêgez ereb li sînorê Sûriyê ve tên hene, lê ji wan re bi ti awayekî nasname nayên dayîn.’’
Mehma Xelîl amaje bi wê yekê jî kir; ‘’Nêzîkî 40 hezar kes heta naha bê nasname ne, ji ber wê emê berdewam bikin heta yek kes jî bê nasname nemîne, lê li gor yasa û bi piştevaniya aliyên ewlehiyê û dadgehê ve kar birêve diçin.’’
BasNews