Li Kerkûk xanîyên Kurdan di herifînin û Ereban jî dihînin bajêr
Ev di demekê de heye ku piştî 16yê Oktoberê bi hezaran malbatên Ereb ji bajêrên din anîne Kerkûkê û bi zêderoyî xanî avakirine û ti rêgirî jî ji wan nehatîye kirin belkû piştîvanîya wan jî hatîye kirin.
Ji bilî ew xanîyên ku hatîne herifandin, gefa herfandina tevaya xanîyên di dikin ku nêzîkî 300 malbatên Kurd têde dijîn û piranîya wan jî malbatên şehîd û Pêşmergeyan in.
Ewên bi şofelan ve hatin bo herifandina xanîyan xelkê gelek tika ji wan kirin ku evî karî nekin, lê ti encam nebû.
Fermandarên niha li Kerkûkê yasayê bo xwe helal dikin bo Kurd jî Heram dikin û armanca wan jî berfirehkirina desthilata xwe yeû derkirina Kurde ji wîbajêrî.
Taxa Erefe nêzîkî 300 malbatên Kurd hene û bi bîyanûya zêderoyê rojene bi ser wan dadidin û wek destpêk jî çar xanî herifandin û gef ji ewên din jî hatîne kirin.
K24