Şerme şerme
Şerme şerme Mehemed Emîn Kardaş û kurê wî Ozan Kardaşê beriya bi çend mehan bo serokatiya şaredarî û encûmentiyên şaredariyan pişta xwe dane hemû rê hevalên xwe û Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê (PDKT) kirin hizba malbatî destvala mane. “Rêhevalên” wan ti tiştî nadin wan û berê xwe dane Hewlêrê paytext. Çawa hûn ji ber xwe fedî nakin? Hûn bi kîjan rûyî diherin wê axa pîroz? Mehmed Emîn di her platformê da dijî HDP û siyaseta wê diaxivî. Kurê wî Ozan jî mîna bavê xwe di medya civakî da her li dijî HDPê û siyaseta wî bûn. Bo çend qurişan wê navê Rêbaza Barzaniyê Nemir bikaranî û hûn çûn bû şirîkê siyaseta HDPê ya ku wê hertim dijberiya wê dikir. Guman tê da nîne heger berpirsên Partiya Demokarata Kurdistanê (PDK) bi wan kiryarên Mihmed Emîn û kurê wî zanîbûna wê ligel wan rûneniştana û wê deriyên xwe li wan venekira. Dinya alem tevda dizane Mehmed Emîn û kurên wî bo pereyan şirîkatî ligel HDPê kirine. Min berê jî anîbû ziman çawa dîrok cihê egîd û qehremanên Rêbaza Barzaniyê Nemir dinivîse, bi heman awayî dîrok rola berjewendîperestan jî dinivîse. Rola Mihemed Emîn û Ozanê kurê wî diyare bes bo berjewendî û postan bûye wê ew jî di dîrokê da cî bigire û wê hertim şermezarê milletê kurd bin…