top of page

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya behsa vegerandina Êzditan bo malên wan kirin

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa vegerandina Êzdiyan bo ser mal û halê wan li Şingalê kirin û tekez kirin li ser peydakirina asayiş navçeyên wan.

Îro Çarşema 15.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya John Wilkes Balyozê Brîtanya li Iraqê û Martyn Warr Konsolê Brîtanya li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasî yên dawî ya li asta navdewletî û navçeyî û her wiha proseya siyasiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û ji bilî balkişandina li ser berdewamiya gef û metirsiyên DAIŞê li ser asayîşa Iraq û navçeyê tekez li wê yekê kirin ku guhertin û pêşhatên siyasiyan nebe sedema wê yekê ku haydarî li ser şerê DAIŞê kêm bibe.

Jiyan û guzeraniya koçberan li parêzgeha Nînowa û her wiha karkirina ji bo vegerandina Êzdiyan li ser mal û warê xwe û dabînkirina asayîş û xizmetguzariya li navçeyên wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

KDP-İnfo

bottom of page