Sendîkaya Perwerdehiyê û Platforma Zimanê Kurdî daxwaz perwerdehîya bi Kurdî dikin

Nûnerên sendîkayên perwerdehiyê û endamên Platforma Zimanê Kurdî, di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejina Zimanê Kurdî de rewşa Zimanê Kurdî ya li bakur nirxand. Li gorî nirxandinên nûnerên wan; divê hemû partî, sazî û dezgehên sivîl û civakî bernameya Zimanê Kurdî bidin ber xwe û bi awayekî hevpar daxwaza Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî li Dewleta Tirkiyeyê bikin.

15'ê Gulanê Cejina Zimanê Kurdî û rewşa Zimanê Kurdî ya li Diyarbekirê, ji aliyê nûnerên qada perwerdehiyê û nûnerên Platforma Zimanê Kurdî ve hat nirxandin. Li gorî nirxandinan; li hemû cîhanê dema zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, ew ziman mehkûmê wendabûnê ye û Zimanê Kurdî û bi taybetî jî Zaravayê Zazakî ango Dimilî bi vê xetereyê re rû bi rû maye. Hevserokê Sendîkaya Perwerdehiyê ya Şaxa Diyarbekirê Recep Şîmşek dibêje; yekane çare ew e ku bêyî cudahiya fikir û ramanî ji hev were veqetandin, divê hemû partî û rêxistin li ser daxwaza perwerdehiya bi Zimanê Kurdî li hev bikin û daxwaza xwe bi tomarî pêşkêşî rayedaran bikin.

Recep Şîmşek-hevserokê Sendîkaya Perwerdehiyê ya Şaxa Diyarbekirê, dibêje:"Divê rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî dest ji hemû berjewendiyên xwe yên siyasî berdin û dûrî polîtîkayên siyasetê, feraseteke nû bidin pêşiya xwe rêxistin û têkoşîna wê bi gel re bikin."

Li Diyarbekirê bi pêşengiya HDP, DBP, PDK-Tirkiye, PSK, PAK, Platforma Demokratên Kurd, Partiya Komînîst a Kurdistanê, Partiya Însan û Azadiyê û Hereketa Azadî ve ji bo pêşeroja Zimanê Kurdî sîwanek hatibû çêkirin û di bin banê vê Sîwanê de ji aliyê nûnerên van partiyan ve Platforma Zimanê Kurdî hatibû avakirin û ev platform dem bi dem ji bo Zimanê Kurdî xebatan dimeşîne. Endamê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî dibêje; ji bo ku xebat zêdetir bi pêş ve biçin; bar dikeve ser milên şaredariyan lewra şaredarî dikarin hemû sazî û dezgehên hatibûn girtin, veke û aliyê wan ê aboriyê dabîn bike.

Şerefxan Ciîrî-endamê Platforma Zimanê Kurdî, dibêje:"Di xebatên Zimanê Kurdî de divê şaredariyên me bi roleke girîng rabin û berpirsiyariya vî karî bigirin ser milên xwe. Rast e hemû tişt ne di destên şaredariyan de ne lê li gorî yasayan, li gorî zagonan bi derfetên ku hene, divê em bikaribin pirsa Zimanê Kurdî bikin rojeva yekemîn. Şaredarî dikarin hemû tiştan bikin? Belê dikarin. Bi raya min ku bixwazin, em dikarin alîkariya wan jî bikin û em hemû bi hev re rê û rêbazan bi hev re bibînin bê ka em çawa dikarin Zimanê Kurdî bikin rojeva yekemîn."

Di sala 2006'an de Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî; bi dehan Komeleyên Ziman û Perwerdehiya bi Kurdî vekiribûn. Bi biryarnameyên bi hikumê Zagonî yên ku di 12'ê Mijdara 2016'an de hatin derxistin, 370 komele hatibûn girtin û di nav van komeleyan de bi dehan sazî û dezgehên Çand û Zimanê Kurdî hebûn. Niha jî hêviya herî mezin nûnerên qada Zimanê Kurdî şaredariyên HDP'ê ne ku bi piştgiriya wan car din ev sazî û dezgeh werin vekirin.

K24