Komeleya Ehmedê Xanî: Bila astengiyên li pêş Kurdî rabin
Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê Ezîz Baydillî ji Rûdawê re ragihand ku, kurd her roj ji zimanê xwe têne dûrxistin an dûr dikevin û divê dewlet astengiyê li pêş kurdî rake.
Ezîz Baydillî hêvî kir ku zêdetir girîngiyê bi ziman û nasnameya xwe bidin û wiha pê de çû:“Divê kurd bi hevkariya saziyên sivîl zextê li hikûmetê bikin û ji bo daxwazên wan bêne qebûlkirin têbikoşin. Divê statuyeke fermî bidin kurdî.”
Derbarê kursên kurdî de Baydilî wiha axivî: “Kursên kurdî dikarin heta astekê ji bo kurdan bibin alternativ, lêbelê ya girîng divê perwerdeya kurdî ji zaroktiyê dest pê bike. Nexwe di temenên mezin de dayîna perwerdeya kurdî zehmet e. Dar bi şilî ditewe. Divê kurd bi zimanê xwe şorê bikin, bixwînin û binivîsînin. Newxe dê kurdî bi bîrkirinê re rûbirû bimîne.”
Baydilli, li ser xebatên Komeleya Ehmedê Xanî de got: “Me pêştir kursên kurdî didan. Di vê çarçoveyê de endamên komeleya me ên ku ji beşa Kurdolojiyê ya Mêrdînê qedandin bi rêya komeleyê dersên kurdî dan parêzerên Baroya Rihayê. Di demên pêş de em ê dîsa kursên kurdî vekin.
Rewşa Awarte bandoreke neyînî li ser kursên kurdî kirin û daxwaza xelkê kêm bû. Ji ber wê niha em xebatên xwe li ser sosyal medyayê belav dikin. Em xebatên xwe li ser malpera ehmedexani.org dimeşînin.”
Komeleya Ehmedê Xanî di sala 2013an de li Rihayê hat avakirin. Komele li ser zimanê çanda kurdî xebatan dimeşîne.
Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê Ezîz Baydillî
Îro 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye.
Di 15ê Gulana 1932yan de Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî dest bi weşana Kovara Hawarê kir ku Kovara Hawarê di dîrokan Kurdan de cihekî taybet digre. Hawar; kovara yekemîn a bi Kurdiya bi tîpên latînî ye û bûye despêka pêşveçûna zimanê Kurdî. Kovara Hawarê ji sala 1932yan heta 1943 yan 11 salan 57 hejmar çap bûn.
Ji ber vê 15ê Gulanê ji sala 2006ê ji aliyê Kurdan ve wek Cejna Zimanê Kurdî hatiye qebûlkirin.
RÛDAW