top of page

General Rawan Îdris Barzanî

Hasan Ertas

:Dema bapîrê min Şeyh Abdusselam li sêdarêyê dihat darvekirin ew kesên li Çanakalayê bo tirkan xwe didan kuştin îro ji me ra dibêjin “şîrikên tirkan.” Di sala 1947an da ji ber dorpêça Îranê 1500 zarok ji birçînan mirin ew kesên hertim ligel Îranê ne, ji me ra dibêjin “îranî.” Di serdema xwe da bapirê min Mela Mistefa Barzanî 57 salan bo 4 parçeyên Kurdistanê li ser çiyan bû ji me ra digotin “axa.” Dema Seddam di sala 1983an da 8 hezar Barzanî bi saxî dixistin çalan wê demê yên jê ra digotin; “Ya Seyyîd” û rêz û ihtirama wî digirtin, bêfedî û şerm ji me ra dibêjin; “We bi tanka Sedamî êrîşî kurdan kir.” Mamê min Mesûd Barzanî, yê di 14 saliya xwe da rahişt çekê û dev ji hemû tiştî berda û di 69 saliya xwe jî da hertim li sengerên şer e. Wî di jiyana xwe da ti carî gotineka nexweş bo partiyeke siyasî ya kurdan nekiriye û xeyala wî bi tenê serbixwebûna Kurdistanê ye. Ew rêberê min e û canê min e ez amade me canê xwe bo wî bikim qurbanî. Lêbelê we bi sedan car heqaret li wî kir û em dîsan bêdeng bûn. Ev e sed sal em şerê dijmin dikin û bi awayekî egîdane em şer dikin. Çi dema em ji ser maseyê jî rabûn rêza dijminê me bo me hebû. Çunke gotin û kiryarên me her yek bûn. 13 hezar û 850 şehîdan malbata Barzanî hene. Ligel wê yekê jî me ne zarok û jinên kurdan ne jî zarok û jinên milletên din kuştine. Ti carî li dorûbera gund û bajaran li cihên ku wê xelkê sivîl zirarê bibîne me êrîşî dijmin nekir û ligel dijmin şer nekir. Çunke bo me parastina canê xelkê sivîl di ser hemû tiştî ra bûye. Îro jî ligel 2 birayên xwe 17 pismamên xwe û bi hezaran xizmên xwe em di çeperên herî pêş da şer dikin. Îro heger li cihanê qiymetê Barzanî hebe ji ber helwêsta wî ye.Çunke ew tiştekî ku neke nabêje û xwediyê gotina xwe ye. Mesela we ti carî dîtiye wî gef li ti kesî xwarye? Û we ti carî dîtiye derketibe televîzyonan û gotiye min ev tişt û ew tişt kiriye? Hertim aram e û bêdeng e. Lê di nava dilê wî da çi bahoz hene….. Du caran min şahidî lê kiriye ku êvaran kur kura wî bû digiriya. Min şahidi li wê yekê kir. Di sala 2011an da bo Roboskî ye û di sala 2014an jî da bo Şingalê digiriya. Ligel wê yekê jî hertim cîddî ye. Îro ew kesên bêşerm ku heqeretê lê dikin divê bizanibin 55 sale ew ji bo milletê xwe şer dike û Pêşmerge ye. Di dema bombe weke baranê bi ser Barzanê da dibariyan ew ciwanek bû berê xwe dabû mirinê bo belgeyên partiyê xilas bike. Ew qehremanê Destana Korê bû di sala 1991ê da çû ser tankê û ew tank teqand. Di sala 1992an da wî ji Ozal ra gotibû:“Hûn dizanin, dixwazin alîkariyê bi me ra bikin yan jî nekin.Em ê li ser piyan bîmînin û wê dîrok wê yekê binivîse. Dîrok wê we yan weke serokekî piştevanê milletekî mezlûm yan jî weke serokekî destê alîkariyê dirêjî milletekî nekiriye binivise, yan jî wê weke serokekî destê biratiyê dirêjî birayê xwe kiriye binivîse. Em ê dewletê ava bikin, neyartiya wê dê zirarê, ligel bûna wê feydeyê bide we.” Ew rêberekî wisa xwedî helwêst bû. Ew serokekî wisa ye ku li PENTAGONê ji Obama ra gotibû: “Ez û tu em qebûl nekin jî wî zarokên kurdan dewleta xwe ava bikin.” Ew fermandarekî wisa ye ku wî 3 kurên xwe û 2 hezar 360 birazî û xizmên xwe şandine sengerên pêş ê şer. Ew bavekî wisa ye ku beramber hemû qirejî û derewan bêdeng e. Reşkirina wî û sazkirina buxtanan li ser wî ne di berjewendiya kurdan da wê di zirara kurdan da be. Hûn bawer bikin hûn jê ra çiqas heqaretan jî bikin û dijûnan jê ra bêjin, ew nabihîze çunke ew dizane bê ka ew çi dike. Îro çend kurd bi dehan dewletan rêz û ihtiramê li dibînin. Divê kurd rêz û ihtirama ku bo wî heye bikarbînin Ev firsendeka dîrokî ye. Du rê liber kurdan e: Yan wê ligel Serok Barzanî bin ber bi serxwebûna Kurdistanê bimeşin yan jî wê belawela bibin û bindestiya alên tirk, ereb û farsan qebûl bikin General Rawan Îdrîs Barzanî

bottom of page