top of page

DILSOZÊ ZIMANÊ KURDÎ EHMEDÊ DIRIHÎ KOÇA DAWÎ KIR!

Cano AMEDİ

Min îro bi xemgînî xebera nebixêrê bihîst ku nivîskar, lêkolîner û heval û hogirê hêja Ehmedê Dirihî (Ahmed Kasimoglu), li nexweşxaneya Unîversîteya Dîcleyê koça dawî kirîye û çûye ber dilovanîya Xwedê.

Kekê Ehmed mirovekî welatperwer, dilsozê tevgara rizgarîxawzîya neteweyî, evîndarê zimanê kurdî û bi taybetî têkoşerekî zaravayê zazakî-kirdkî bû.

Kekê Ehmed piştî xebat û lêkolînek 14 salan, berhemek gelek hêja ya bi navê ”Ferhenga Navên Nebatan a Kurdî” çap kir. Di vê ferhengê de zêdeyî 20 hezar navên nebat û gîhan hene ku di vî warî de berhemek gelek hêja û yekta ye.

Kekê Ehmed bi salan e hem di nav xebata Grûba Wateyê ku li ser zaravayê zazakî lêkolîn û xebatê dike û her weha xebata Koma Kurmancîyê ku li ser zaravê kurmnacî lêkolîn û xebatê dike dixebitî.

Kekê Ehmed ne tenê nivîskar û lêkolînerekî zimanê kurdî bû, herweha ew rewşenbîr û siyasetmedarekî gelek hêja û nefsbiçûk bû. Wî demek dûr û dirêj di nav refên Partîya Demokrat a Kurdistana Turkîyeyê (PDKT) jî xebat û têkoşînek bi rûmet ya siyasî û rêxistînî daye.

Ez bi koça dawî ya heval û hogirê Ehmed gelekî xemgîn im. Ez êş û xema malbatê parve dikim. Bila serê malbata gorbuhişt, meriv, heval û hogirên wî û miletê me sax be! ( ji rûpela kek Zinar Soran) Kek Ahmed, dilsoz û kedkarek doza Kurd bû. Di hemû deman de çalakvan û xebatkarë zimanê Kurdî bû. Di civînan de, di panelan de çalakvanë Zarava Zazakî bû cîhê wî bihûşt be. Serê gelê Kurd saxbe.

bottom of page