top of page

Bi bombeyê êrîş li ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Atînayê pêkhat

Herman Xalîd – Hejmarek kesên tundrê bi bombeyê êrîş li ser balyozxaneya Amerîkayê ya li paytexta Yewnanîstanê Atînayê pêkhat.

Îro 15.05.2019ê demjimêr 04:00ê serê sibehê, kesên tundrê bi 10 motorsîkletan ve çûne nêzîk mala balyozê Amerîkayê yê Atînayê Geoffrey Pyatt a nêzîk balyozxaneyê.

Piştre jî ew kesên ku bi motosîkletan hatin ber mala balyoz bombeyên dûkelî û torbeyekî boyeyî avêtine mala balyoz û piştre jî reviyane.

Polîsê Yewnanîstanê li dû wan kesên bi motosîkletê ve hatin ber mala balyoz ketin û karîn 8 kesan ji wan bigrin.

Ev sêyem êrîşe di heyama mehekî de, li ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Atîna tê kirin.

BasNews

bottom of page