Kemal Kerkûkî: Heta rewşa Kerkûkê asayî nebe birsa parêzgar jî çareser nabe

Serokê Encumenî Serkirdayetîya Kerkûk – Germyanê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî aşkere kiriye heta rewşa Kerkûkê asayî nebe pirsa parêzgariya Kerkûkê çareser nabe û nabe aliyekî siyasî pêdagiriyê li ser posta Kerkûkê bike.

Îro duşemê 13ê Gulanê 2019an Endamê Mekteba Siyasî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Rizgar Elî aşkere kiriye ku her wê roja serokê parlemnetoyê bihê destnîşankirin heman rojê parêzgarê Kerkûkê jî dihête destnîşankirin.

Beramber wan gotinên wî Dr. Kemal Kerkûkî ji BasNewsê ra axivî û got:” Encumenî Parêzgeha Kerkûkê bi dengdanê parêzgar destnîşand dike û hildibijêre. Bi xwe sepandinê nabe, ew jî divê pirsa emnî û asayî ya Kerkûkê jî çareser bibe.”

Herwiha Dr. Kemal Kerkûkî gotiye: “Dema hemû rewşa Kerkûkê asayî bû wê demê vegera hemû endamên encümenê jî dest pê dike wê demê jî encümen di navbera xwe da pirsa parêzgar çareser dike.”

Rizgar Elî gotibû: “YNK dixwaze parêzgarê Kerkûkê bo YNKê be ne cemawera YNKê ne jî YNK qebûl nakin posta parêzgariya Kerkûkê bo kandîdekî din be. “

Dr. Kemal Kerkûkî beramber wan gotinan jî wih dibêje: “Heger aliyekî siyasî ku nikaribe dengê hemû endamên encumena Kerkûkê bo parêzgariyê werbigire bêje divê parêzgar ji hizba min be û bi zorê bêje divê hemû hemû endaman encumenê deng bidin kandîdê min. Madem wisa ye piştî xiyaneta 16ê Cotmehê çim ali gor dilê parêzgerek tayîn nekirin?”

Di berdewamiyê jî da Dr. Kemal Kerkûkî amaje bi wê yekê kiriye PDK dixwaze kesekî niştimanperwer û hemû aliyên siyasî yên encûmena Kerkûkê wî qebûl dikin bibe parêzgarê Kerkûkê.

Piştî xiyaneta 16ê Cotmehê Parêzgarê fermî yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ji ber nelibarbûna rewşa siyasî û aborî nikaribû weke parêzgarê fermî yê Kerkûkê karê xwe bike.

BasNews