top of page

Serok Barzanî Peyama serxweşiyê araste kir bi hilkefta şehîdbûna Amîd Eskender Reşîd Gerdî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi şehîdbûna Amîd Eskender Reşîd Gerdî Fermandeyê Lîwaya Sê ya Komandoya Zêrevanî ya li rûdanekî diltezîn li erkê meşq û rahênana Pêşmergeyan de, gelek pê dilteng û xemgîn bûm. Amîd Eskender Pêşmergeyekî qehreman û çavnetirs bû. Ez bi xwe şahidê qehremaniya Şehîd Eskender bûm di demên gelek teng da û ji destdana wî cihê daxêye û ziyaneke mezine ji bo me hemûyan.

Bi vê helkefta xemgîn serxweşiyê li malbat û kesukar û dost û naskiriyên şehîd Amîd Eskender dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî 13.05.2019

bottom of page