Serok Barzanî: Leyla Qasim sembola xweneçemandin û cangorîdanê ji bo me hemûyan e
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Leyla mînakeke bilind a keça Kurd û mirovê Kurd e, ku şehîdbûna wê wekî şanaziyek qebûl kir û serê xwe ji bo dijmin û celadan nizim nekir û dîrok ji bo xwe û gelê xwe dirust kir.”
Deqa peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro çil û pênc sal di ser sêdaredana Leyla Qasim û rêhevalên wê re derbas dibin. Leyla Qasim bi sedema Kurdbûn, azadîxwazî, bîr û baweriyê ve giyana xwe gorî kir û hate şehîdkirin.
Leyla mînakeke bilind a keça Kurd û mirovê Kurd e ku şehîdbûna wê wekî şanaziyek qebûl kir û serê xwe ji bo dijmin û celadan nizim nekir û dîrok ji bo xwe û gelê xwe dirust kir.
Leyla Qasim sembola xweneçemandin û cangorîdanê ji bo me hemûyan e. Ew bi şehîdbûna xwe ji bo dost û dijminan selmand ku wefadariya ji bo Kurdistanê li ser rûyê hemû tişteke û mirina serbilindane pir bihatir e ji jiyana bindestî.
Silav li giyanê pakê şehîd Leyla Qasim û hevrêyên wê û hemû şehîdên rêya azadiyê...
K24