Serok Barzanî: Destana Hindirên waneyeke bo dagîrkeran ku neşên îradeya Kurd bişkînin
Donzdehê(12) gulanê rojekî dîrokiye li xebata gelê Kurdistanê de. Bi dirêjahiya dîroka gelê me rojên tehl û şînî û rojên şîrîn û serkeftinê hebûye. Îro salvegera şehîdkirina Leyla Qasim û li heman demî de salvegera Destana Hindirêne ku serkeftinekî mezina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye li ser hêza xwedî pir çekiya dijmin ya li 12 Gulana 1966 da.
Dijmin bi navê operasyona (Tewekilit Alallah) plana ewe danîbû ku navenda serkirdayetiya şoreşa Eylûlê bigrê û bi hêz û çekekî yekcar zêde ve li 02.05.1966 êrîşeke berfireh kir ser sengerên Pêşmerge û di destpêkê de karî hinek cîhan bigre. Lê belê Pêşmergeyên şoreşa mezina Eylûlê û bi hevkariya hêzên Partiya Şuî(Komunist) li planekî têr û tije li dijî êrîş da li 12.05.1966 êrîşa dijminan têkşikand û lîwayên yek, sê, çar û pêncê artêşa Iraqê li çiyayê Hindirên û Zozik û Geruya Omeraxa û Akoyan bi tevahî têkşikandin û ziyanekî yekcar mezin li ber wan ket.
Di demjimêrê çarê piştî nîvro rojekî wekî îro wê destanê qehremaniyeke zêde bi destê Pêşmergeyên qehreman ve tomar kir û dijmin û êrîşkirinê de çok danîn û şovenî û şerxwazên wê demê ya hikûmeta Iraqê tûşî şikest û serşorî û şermezariyê bûn.
Destana Hindirên waneyekî başe ji bo dijmin û dagîrkeran ku eger bixwazin îradeya mîlletê Kurd taqî bikin û biceribînin, bi vî awayî tûşî şikestê tên lê belê gelek car jî dibînîn ku dîrok xwe dûbare dike û şovenî ders ji dîrokê wernagrin. Li gel ewe da jî herdem şikest û riswayî ji bo wan dimînê û serkeftin jî ji bo mîlletê mezlûmê Kurdistanê dimîne.
Li vê salvegera pîroz da silav ji bo şehîdên Destana pir bi rûmeta Hindirên û hemû şehîdên rêya azadiyê..
Mesûd Barzanî 12.05.2019
K24