PAK: Em Leyla Qasim bi giramî bibîr tînin
Daxuyanîya PAKê ya derbarê şehîdkirina Leyla Qasimê de wiha ye:
"Leyla Qasim di roja 12.05.1974an de li Bexda de ji alîyê rejîma Beasê ve hate darvekirin. Leyla Qasim têkoşereke jin ya endama Partîya Demokrat a Kurdistanê-Iraq (PDK- I) bû.
Ew alaya ku Leyla Qasim ji bo wê jiyana xwe feda kir, îro li ser Parlamentoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ba dibe.
Têkoşîna azadîya Kurdistanê ya ku Leyla Qasimê di rêya wê de jiyana xwe feda kir, îro li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam e.
Tu darvekirin, kuştin, destdirêjî û jenosîd dê nikaribe rê li ber azadîya Kurdistanê bigire. Em Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin."
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)
Kaynak: PAK: Em Leyla Qasim bi giramî bibîr tînin