top of page

Heta niha zêdetir ji 3 hezar Êzidî hatine azadkirin

Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde behsa hijmara wan êzidiyan kir ku heta niha ji destê terorîstên DIŞIê hatine azadkirin.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Kurdistanê heta niha bi giştî 3 hezar û 371 welatiyên Êzidî ji destê terorîstên DIŞIê hatine azadkirin.

1165 ji wan jin, 337 zilam, 967 zarokên keç û 893 din jî zarokên korin.

KTV

bottom of page