top of page

Amîd Eskender Gerdî şehîd bû

Fermandarê Pêşmergeyan Amîd Eskender Gerdî yê beriya bi çend rojan di dema rahêna Pêşmergeyan da bi teqîna gulleyeka hawênê bi giranî birîndar bibû beriya bi demekê şehîd bû.

Pismamê Amîd Eskender Gerdî, Ednan Gerdî ji BasNewsê ra aşkere kir beriya bi demekê Fermandarê Pêşmergeyan Amîd Gerdî ji ber birîna xwe ya giran li nexweşxaneyaka Urdinê şehîd bû.

Herwiha Ednan Gerdî amaje bi wê yekê jî kir ku piştî rêkarên pêwîst wê cenazeyên şehîd Emîd Eskender Gerdî vegerînîn Herêma Kurdistanê û bi merasîmeke taybet veşerin.

Roja ppêncşemê 09-5-2019an di dema rahênana hêzên Pêşmergeyan li bajarê Hewlêrê ji ber kêşeyeke teknîkî guleyeke hawênan a 60 milîm teqîya û di encamê da Fermandar Emîd Eskender Gerdî û Du Pêşmergeyên din birîndar bûn. Ji ber bîrina xwe ya giran Fermandar Emîd Eskender Gerdî bo nexweşxaneyeka Urdinê hatibû veguhestin.

Emîd Eskender Gerdî Fermandeyê Lîwaya Sê yê Fermandeya Pêşmergeyê Zêrevanî bû û yek ji wan fermandaran bû ku rola wî di şerê terorîstên DAIŞê da hebû.

BasNews

bottom of page