top of page

Mûzexaneya Kobanê nîşana hovîtiya DAIŞê ye

Taxek ji bajarê Kobanê di encama şerê li dijî DAIŞê de piraniya avahiyên wê hat rûxandin, di wê taxê de şerekî giran û berxwedaneke xurt hate kirin.

Di 15 ê Îlûna 2014an de bajarê Kobanê rastî şerekî dijwar di navbera şervanên Kurd û DAIŞê de nêzî 75 ji rêjaya bajêr hate rûxanidin, lê rûxandina herî zêde li vê taxê bû, ku li vir hêzên Kurdî bervaniya herî xurt kirin û ji vir ve destpêka têkbirina DAIŞê destpê kir.

Zinar şervanekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajarê Kobanê ye, li gel birayekî xwe di vê taxê de beşdarî şer bûbû, biştî 4 salan Zinar vedigere taxê û bîranînin şer û dijwariya wê vedijîne.

Zinar dide zanîn, her devereke vê taxê şahidê bûyerê û berxwedana wan di şerê dijî DAIŞê de ye, ku di her cîhekî de hevalekî wî bi qehrmanî kiriye û şehîd bûye.

Şervanê YPGê Zinar ji K24ê re got: “83 şervanên ji grûpa Helebê bervanî li vir kirin, ji 83 şervanan niha 2 heval tenê xweş in û yên di hemû şehîd bûn.

Piştî têkbirina DAIŞê û rizgarkirina bajêr û gundewarê wê, biryar hat standin ku devera rûxandî ji Kobanê bibe mûzexane, lê piştre bi biryarekê ji YPGê, rêjeya mozexanê bi çûk bû û tenê 115 hezar metro çagoşe ji vê taxê ku 800 mal li xwe digire, bû mûzexane û li şûna wê biqasî rûbera 115 metro cargoşe û pereyên avakirina xaniyan di taxa Kobaniya Nû bo nişticihên wê hat dayîn.

Roja hîro tevahiyê neşteciyên taxê malên xwe veguhestin taxa nû, lê hîna 2 mal tê de mane. Li gor ew dibêjin, di demeke nêzîk de û piştî avahiyên xwe yên bidawî bikin, dê ji wê taxa Mûzexaneyê derkevin.

Evîn Ehmed ku dayîka 6 zarokan e dide zanîn, çend rojên di wê mala de maye, ew ê jê derkave û gelek bîranînên xwe pişt xwe bihêle. Evîn dibêje, ewê her dem serdana taxê bike.

Taxa Mûzaxenê an jî taxa Şehîd Serhed yak u ji berî şer bi navê taxa Kortê dihat nasîn, her kolaneke wê navê şehîdekî lê hatiye kirin. Ev dîmenên rûxandinî tekezî li ser berxwedanî û qehramaniya şervanên Kurd û Kurdistanê di ber Kobanê de li dijî DAIŞê dikin.

K24

bottom of page