Amerîka keştiyeke din a cengê dişîne Rojhilata Navîn
Amerîkayê berî niha jî keştiya firokehilgir Abraham Lincoln û herwiha 4 firokeyên corê B-52 şandibûn navçeyê. Firoke li Binkeyê Leşkerî yê Amerîkayê yê li Qeterê hatine bicîhkirin û biryar e keştî jî bigihe Kendavê.
Ji aliyekî din ve Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bi Wekalet razîbûna xwe li ser şandin û bicîhkirina sîstema berevaniyê ya corê Patriot li Rojhilata Navîn pêşan da.
Amerîkayê ragihandiye ku şandina van hêzan bo parastina berjewendiyên wê ye li beramber her êrîşeke neçaverêkirî ya Îranê yan jî grûbên ser bi Îranê.
RÛDAW