top of page

Termê Serokê Kurdistana Sor li Hewlêrê bi axê hat spartin

Serokê Kurdistana Sor, Welatparêzê navdar Wekîl Mustafayev li paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, li Goristana Şêx Ehmed bi axê hate spartin.

Berî veşartina Mustafayev li salona Saad Adbullah bi beşdariya hejmarek mezin a rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî yên Kurdistanê û hejmarek zêde yên hezkiriyên Mustafayev ji her çar perçeyên Kurdistanê beşdarî kirin.

Merasîma berî veşartina Wekil Mustafayev ji aliyê Dr. Ridwan Badinî ve hate birêvebirin, ku liser jiyan, xebat û têkoşîna Mustafayev bi berferehî rawestiya. Piştî wê, Nûnerê Serok Barzanî, Nûnerê Hikûmeta herêma Kurdistanê, Nûnerê Parlementoya Kurdistanê, Ofîsa Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, li ser navê federasyona Komeleyên Kurdên Sowyet a berê û liser nave malbatê axaftinên oxirkirinê hatin kirin.

Wekil Mustafayev di sala 1938an ji dayîk bibû. Di jiyana xwe ya berxweder de têkoşîna Kurdistanê bandor li tevayiya jiyana wî kiribû. Şopgerê rêbaza Barzaniyê Nemir bû.

Di 19ê Nîsanê de li Belçikayê jiyana xwe jidest da û liser wasiyeta wî termê wî li Kurdistanê bi xakê hate spartin.

BasNevs

bottom of page