Du keçên êzdî yên ji yek malbatê hatin rizgar kirin
Emîr Etrûşî – Du keçên êzdî yên ji yek malbatê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê ve hatin rizgar kirin û geheştin mala êzdiyan li Cizîr a Rojavayê Kurdistanê û biryare çend rojên pêş de bên bo herêma Kurdistanê.
Îro du keçên êzdî yên xwîşkê yek in û bi navê Heyfa Seido Reşo û Leyla Seido Reşo, ji aliyê HSDê ve hatin rizgar kirin û li kampa Elhol bo mala êzdiyan hatin veguhestin û biryare çend rojên pêş dê ji herêma Kurdistanê re bên veguhestin.
Her du xwîşkên hatine rizgar kirin xelkê gundekî Şingalê ne û 5 sale di dest rêxistina terorîst a DAIŞê de jiyan dikin.
BasNews