top of page

Îsal geştyariya Amedê geş bûye

MAŞALLAH DEKAK

Bajarê Amedê cara yekemîn e ku rastê eleqeyeke evqas mezin a turîstan tên. Di nava çar mehên dawiyê de hejmara turîstên ku hatine Amedê ji hejmara salane ya berê zêdetir e.

Rêveberên komeleyên turîzmê dibêjin eger wiha biçe îsal dê hejmara turîstan ji 600 hezar kesî zêdetir be. Turîstên ku tên serdana Amedê dikin dibêjin ew li Amedê dîrokê nabînin, berevajî wê ew xwe di nava dîrokeke zindî de dibînin. Ev yek jî hestekî pir xweş bi wan re çêdike.

Bajarê Amedê ku bi birc û bedenên xwe, bi avahiyên xwe yên dîrokî û baxçeyên hewselê balê dikişîne ser xwe, îsal di hêla turîzm ango geşt û guzariyê de rastê eleqeyeke zêde tê.

Di nava deh salên dawiyê de salane di navbera 200-250 hezar de turîst dihatin Amedê. Lê di nava 4 mehên dawiyê de hejmara turîstên ku hatine Amedê ji niha de ji 250 hezarî bihuriye. Li gorî rêveberên komeleyên turîzmê, îsal dê hejmara turîstan li Amedê ji 600 hezarî zêdetir bibe û ev yek ji bo Amedê rekor e.

Serokê Komeleya Turîzmê ya Amedê Kenan Aksu ji Rûdawê re diyar kir: “Li Amedê niha tenê di nava Sûrê de nêzî hezar cih û warên dîrokî hene. Va ye li pişta min dibînî, mizgeft hene, xan, hemam, medrese û dêr hene. Xaniyên me yên weke qesr û qonaxan hene. Turîst ji vê derê pir hez dikin. Îsal dê hejmara turîstan bigihije nêzî milyonekî. Îdia dikim li ti derê cîhanê bajarekî wiha tune ye ku evqas cih û warên wê yên dîrokî hebin.”

Turîstên ku serdana Amedê dikin zêdetir ji bajarên Kurdan in. Lê îsal hejmara turîstên ku ji bajarên Tirkan jî tên qat bi qat zêde bûye. Tirkên ku tên Amedê dibêjin mirov li Amedê dîrokê nabîne, mirov xwe di nava dîrokê de dibîne.

Nesligul Temizkan dibêje: “Ez ji Bodrumê têm. Hewayeke pir cuda ya Amedê heye. Niha dema ez li nava sûran digerim jî ez vê hewayê baş hîs dikim. Pir xweş e.”

Abdulkadir Karalok jî diyar dike: “Diyarbekir jî bajarekî welatê me ye. Her derê wê nexş bi nexş e. Mirov jê hez dike.”

Seferên balafiran ku di 21ê Adarê de di navbera Amed û Hewlêrê de dest pê kirin jî bandoreke erênî li ser turîzma Amedê kir. Lewre ji Newrozê heta niha hejmara kesên ku ji Başûrê Kurdistanê hatine Amedê gihiştiye 20 hezar kesî.

Şivan Mihemed ku xelkê Hewlêrê ye dibêje: “Ji Hewlêrê hatime. Weleh Amed bajarekî pir xweş e. Bes ji hemûyan baştir ew e ku xelkê wê zor baş in. Dema ku geştiyar tê vê derê, hîle lê nakin, li hemberî geştiyaran gelek rastgo ne.”

Haje Silêmanî ku ew jî ji Hewlêrê hatiye, dibêje: “Diyar e Amed xwedî dîrokeke kevin e. Cihekî mêjûyî ye. Ewê ku zêdetir, bi taybetî yên Kurd ji ber ku şarekî Kurdî ye, em hez dikin serdana wî bikin.”

Di nava bajarên Kurdan de turîst herî zêde serdana Mêrdîn û Rihayê dikin. Salane ji milyonekî zêdetir turîst tên serdana van herdu bajaran. Bajarê Amedê cara yekemîn e ku îsal bi hejmara turîstên zêde nêzî Mêrdîn û Rihayê dibe.

RÛDAW

bottom of page