Ektîf kirina qanûna Serokatiya Kurdistanê hat pejrandin

Îro parlementoya Kurdistanê bo giftûgo kirin li ser proje qanûna Serokatiya Kurdistanê civiya.

Di destpêka civînê de komîteya qanûnî ya parlementoya Kurdistanê pêşniyarên aliyên siyasî yên li dor navê proje qanûnê û ektîf kirin anjî ektîf nekirina proje qanûnê pêşkêşî perlemen kir.

Di dengdanê de her du pêşniyarên guhertina navê proje qanûnê hatin redkirin û proje qanûn weke xwe hate pejrandin.

Herwiha piştî vê yekê parlementoya Kurdistanê jî bi piraniya dengan ektîf kirina Serokatiya Kurdistanê pejrand.

KTV