top of page

NY daxwaza agirbestê dike û huşdarî dide

Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres di daxuyaniyekê de daxwaz ji aliyên şer yên li Sûriyeyê kir daku jiber meha Remezanê agirbestê rabigehînin.

Guterres herwiha diyar kiriye ku eger agirbest were ragihandin vê aliyên têkildar karibin hewlên xwe bo çareseriya siyasî zêdetir bikin û ji aliyê din ve jî vê hevkariyên însanî li ser koçberan werin dabeşkirin.

Ji aliyeke din ve NY di daxuyaniyeke din de, li dor rewşa xelkê sivîl ya li Îdlibê huşdarî daye û diyar kiriye ku jiber êrîşên rejîma Sûriye û Rûsyeyê yên li dijî çekdaran li Bakûrê Hema û Başûrê Idlibê di wan rojên dawî de zêdetir ji 150 hezar kesên medenî ji devera şer ya dawî koç kirine û berê xwe dane cîhên din.

NY herwiha ahgedarî daye aliyên têkildar û gotiye ku jiber wan êrîş û pevçûnan vê hijmareke gelek zêde xelkê medenî ji deverê derkeve û ev yek jî rê liber karesateke însanî vedike.

KTV

bottom of page