top of page

Îro parlemen li ser mijara Serokatiya Kurdistanê dicive

Piştî lihev hatina part û aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser çawetiya ava kirina kabîneya nû û çawetiya beşdarî kirina aliyên siyasî di hikûmeta nû ya Kurdistanê de vê îro çarşem parlementoya Kurdistanê bicive.

Di civîna îro ya parlementoyê de vê giftûgo li ser proje qanûna Serokatiya Kurdistanê were kirin û pişt re jî ev proje qanûna han were pejrandin.

Piştî pejrandina proje qanûnê bi sê rojan vê aliyên siyasî berbijêrên xwe bo Serokatiya Kurdistanê diyar bikin û pişt jî re nav werin nivîsandin û piştî sê rojan jî vê dengdan bo hilbijartina Serokê Kurdistanê were kirin.

Beriya niha partiya demokrata Kurdistanê berbijêrê xwe bo vê postê diyar kiribû û Nêçîrvan Barzanî bo postê Serokatiya Kurdistanê destnîşan kiribû.

KTV

bottom of page