REWŞA PDK…
Heke em Başurê Kurdistanê ji nav derxînin, rewşa PDK li sarenserê welat ne baş e. Dev ji başbûne berdin, rewş gelekî xerabe jî. Li Rojhilat, Rojava û li Bakur PDK ne li ser hev in. Mirov bihêsani dikare bibeje; pêwendiyên PDK yên navxweyî ji yên li derveyî xwe xerabtir in. Dijayetiya di nava PDKê de gelek caran ji ya ku li himberî rêxistinên ku ne PDK ne dijwartir dimeş e. Ez gelek caran bixemgînî bûme şahide vê bûyerê. Ango PDK bi xwe bi xwe silavê ji dil li hevnakin lê yên ku li derveyî PDK ne sênga xwe jî wana re vedikin! Çima gelo? Ma di vê helwestê de gelo seqetiyek tune ye? Ma PDK li van beşên Kurdistanê hema tenê nekirkêrin, tenê nezanin, qerimî ne, ma mirovên wan ne jî Kurdistanê ne gelo? An jî rewşa welat li Başurê Kurdistanê rê nedaye ku PDK parçe bibin, berberiyê û dijminatıyên bi hevre bikin? Gelo sebeba vê yekê dikare çî be? Gava ku em li ser dîroka PDK hûr û kûr bibin wê eşkere xuya bike ku biraderên me li başur helwesta xwe li gora deme realîze kirine. Hewcedariyên siyasî, kadirên xwe û nirxên xwe nû kirine. Wana dem û dewran baş şopandine. Teslîmî rewşa ku heye nebûne. Hewldanê ku astengên siyasî hergav derbas bikin. Rastiyên li derveyî xwe pejirandine û siyaset jî li gora hewcedariyên netewî meşandine. Gava ku pêwesîtbûye desthilatdariya xwe bi oposızyonê re parvekirine. Yên ku doh gulên berdidan hevdû îro li tenişta hevdû runiştî ne. Çima? Ji ber ku berjewendiyên netewî vêna ji wana dixwaze. Û ew jî li gora pêdiviyan siyasî tevdigerin û çareseriyan pêşkêşî civaka Kurdan dikin. Li aliyê din, pirsa wana ya serokatiyê heta nûha çênebûye. Yek ji taybetmendiyên biraderên me yên başur ev e; serkirdayetî hergav gavekê li pêşiya gelê xwe bûye. Xwedî bahweriye. Ango wana serokatî ji doza xwe re kirîne. Serokatî di pratîka siyasetê de pijîya ye. Ji ber vê rastiyê jî bahweriyeke di navbêna serkirdayeti û aligirên partiyê de çêbûye û roj bi roj ew bahweri xurttir bûye… Em li perçeyên din ên Kurdistanê bi haweyeke şênber pêrgî vê taybetmendiyê nabin. Taybet li Bakur… Li vî beşê welat PDK ji bona doza mezin baş ne xebitiye. Tenê li derdora hınek kesan û grubên biçûk PDK berteng bûye. PDK nebûye bersiv ji siyaseta bakur re. Qurmiçî maye. Bi pirsgirêkan naxweyî daketiye. Enerjiya xwe bi pirsgirêkên biçûk xelas kiriye. Ji bona ku bahweri di nava gelê Kurd de bi xeta PDK were û ev xet bibe xeta sereke, pêşî divê PDK li Bakurê Welat pirsên xwe yên navxweyî çareser bikin. Serkirdeyên PDK ku nikaribin, nexwazin û hewl nedin ku pirsgirekên navxweyî demildest çareser bikin, bi dîtîna min divê dev ji serkirdayetiyê berdin. Pêşîyê li ber pêvajoyeke nû vekin. Em dikarin hemû bi hevre jî sipasîya wana bikin û cihê rûmetê ji bidin wana. Divê em hemû baş zanibın ku tu kes mafê wana tuneye ku bi zanebûn pêşiya xeta netewî bxitimîne. Kes ne Kîtana Hemedanê ye! Em hemû hevdû baş nasdikin. Ma heta nûha ji serê çûkan qelî çêbuye? Ma ji şeliman peqlawe çêdibe? Di pratika siyasetê de zelal xuyadibe ku nekirkêrî û xaintî bêhemdê xwe gelek caran dikarin bi hêsanî li devereke xalî bigîhêjin hevdû. Xizmeteke mayînde ji heman nirxên malxerab re bikin. Ji ber wilo jî divê tu kes û rêxistin nebin asteng li pêşberî demokratîzekirina siyaseta netewî. Di vê pêvajoyê de cîh ji hemû kesan re heye. Xeta netewî divê bi rastî bibe netewî û ji pêwendiyên malbatî, heremî û kesayetî gav bi gav bidûr bikeve û sênga xwe ji hemû netewperweran re veke. Demokratîkbûn gelekî giring e. Jêhatbûn gelekî giring e. Ji ber ku divê em hemû bi hevre ji bona pêvajoyeke nu hewl bidin û fedakariyan bikin ku hêvî û çirûskên nû li welat vedin. Ya na xeta netewî nikare pêşîya xwe veke û bibe alternatifeke dîtbar û rêberiyê ji doza gelê xwe re bike. Gava ku PDK pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike, bêşık divê xebatan ji bona tifaqên netewî jî bike. Hemû weletperwer ne mecbur in di nava PDK de cîh bigirin! Ji bona doza welat em dikarin bi hevre bereyên netewî, tifaqên siyasî, platformên demkî ava bikin. Tevgera netewî çiqase dikaribe per û basqên xwe fireh bike, biloqên dîrokî ava bike, hevalbêndên xwe li heremê û dinyayê zêde bike ew ê pêşêroja gelê Kurd jî ewqasî zelaltir xuyabike. Wê ev rastî jî hêviyeke bi xwe re pêde bike, rûhê netewî xurttir bike û xebat û enerjîya gelê Kurd bi rêbazên rasyonel baştir werin bikaranîn. Ma PDK li bendî çî ne? Li bendî kê ne? Ma wê Kurê Mirê Cinan, di destê wî de şiva sihrê wê were nava refên PDK gelo?