'Bi tenê serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoyê va dihête hilbijartin'

Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê derbarê hemwarkirina yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê da axivî û aşkere kir bi tenê serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoyê dihête hilbijartin.

Hêmin Hewramî di presskonferansekê da axivî û aşkere kir ew baweriyê dide hemû xelkê Herêma Kurdistanê ku rêkeftineke baş di navbera aliyên siyasî da heye û sibehê kombûna Parlementoya Kurdistanê wê di dema xwe da bihête kirin.

Herwiha Hewramî amaje jî bi wê yekê kir ku têgêhiştineka baş û rêkeftineke bihêz di navbera aliyên siyasî da heye.

Herwiha Hewramî da zanîn ku serokê Herêma Kurdistanê wê ji aliyê parlemetoyê va bihête hilbijartin û seok du cîgirên xwe hilbijêrê û erk û desthilata wan diyar dike.

BasNews