top of page

Serok Barzanî hatina meha Remezana pîroz li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

Serok Barzanî bi helkefta hatina meha Remezanê di peyamek da pîrozbahiyê li Misilmanên Kurdistan û cîhanê kir.

Eve jî naveroka peyamêye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

(Şehr remezan allezî anezil fiye alquran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)

- Sadaq allah al azîm-

Bi helkefta hatina meha remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraq bi taybetî dikim.

Hêvîdarim hatina meha pir bereket û dilovaniya remezanê bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û Iraq û hemû mirovayetiyê û dawî hatina teror û tundî û belavbûna aştî û pêkvejiyan û bexteweriyê ji bo hemû mirovayetiyê.

Mesûd Barzanî 30 Şe'ban 1440 koçî 05.05.2019 zayînî

bottom of page