Nêçîrvan Barzanî û şandeke Brîtanî civiyan
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Brîtanî bi Serokatiya bîrkarê wezîr û berpirsê fermangeha dîplomasî ya wezareta derve ya Brtîanyayê Sir Simon McDoland kir.
Di civînê de behsa şerê dijî DIŞIê, qonaxa piştî bi dawî hatina DIŞIê, rewşa koçber û penaberên li Kurdistanê û çawetiya vegerandina wan hate kirin.
Di beşeke din ya civînê de behsa têkiliyên navbera Kurdistan, Brîtanya û Îraqê, rewşa siyasî, ewlekarî û abûrî ya Îraqê û rola Kurdistanê ya bo bihevre jiyan û parastina tevahiya pêkhateyên hate kirin.
Di dawiya civînê de her du alî nêrînên xwe yên li dor çawetiya bicîh kirina aramiyê li Îraqê, prosesa siyasî ya li Kurdistanê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kirin.
KTV