top of page

Artêşa Tirkiyeyê li Girê Spî welatiyekî Kurd qetil kir

Li gor jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê duhê artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê bajarê Girê Spî gole li ser welatiyekî Kurd reşandiye û di encam de welatiyê Kurd hatiye kuştin.

Jêder behsa vê yekê kirin ku welatiyê Kurd bi navê Husên Ezîz Nasir dema li eraziyên xwe yên li ser sînor digeriya, artêşa Tirkiyeyê êrîşî ser vî kiriye û vî kuştiye.

Husên Ezîz Nasir şêniyê Girê Spî ye û îro cenazeyê vî jî li heman bajarê hatiye veşartin û bavê 3 zarokane.

KTV

bottom of page