Artêşa Sûriyeyê êrîşî ser artêşa Tirkiyeyê kir

Li gor jêderên nûçeyan duhê bi şev artêşa Sûriyeyê li gundewarên Helebê li nêzî Îdlibê êrîşî ser hêzên leşkerî yên ser bi artêşa Tirkiyeyê kiriye.

Jêder behsa vê yekê dikin ku di encama êrîşê de kuştî û birîndarên artêşa Tirkiyeyê hene û bo veguhastina kuştî û birîndaran artêşa Tirkiyeyê çend kopter bo deverê şandiye.

Heta niha ne Tirkiye û ne jî Sûriye li ser vê mijarê ti daxuyaniyeke fermî neweşandine.

KTV