Ji bo eşkerekirina gora Seyîd Riza dosyayekê radestî DMMEyê dikin

May 5, 2019

82 sal bi ser komkujiya Dersimê re derbas bûn, lê hêj cihê gora Seyîd Riza û kurê wî Reşik Husên nayê zanîn. Di çalakî û bîraninên îsal de jî Kurdên Elewiyên Dêrsimê daxwaza peydakirina gora Seyîd Riza kirin. Herwiha biryar e rojên pêşiya beşek parêzer jî li ser vê mijare dosyayekê radestî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bikin.

 

Di 82emîn salvegera komkujiya Dersimê de daxwaza eşrekirina gorên Seyîd Riza kurê wî Reşik Husên û rêhevalên wî tê kirin. Proseya dadgehî ya peydakirina gora Seyîd Riza li Tirkiyê bêencam dawî bû niha jî amadekarî ji aliyê beşek parêzeran ve tê kirin ku dosyayê radestî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê were kirin.

 

Derbarê mijarê de Parêzer Huseyin Aygun ji Rûdawê re got: “Me daxwaza peydakirina gora Seyîd Riza dikir, doza me li Tirkiyê qediya, heftiya pêşiya me em dê dosyayê radestî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bikin.”

 

Li aliyê din bi boneya salvegera komkujiya Dêrsimê li gellek bajarên Tirkiyê û Bakurê kurdistanê çalakî û bername ji bo bîranînê hatine lidarxistin.

 

Serokê Komeleya Dêrsimiyan Alî Ekber Çelîk jî got: “Em dixwazin li ser komkujiya Dêrsimê hemû belgeyên heyî werin eşkere kirin, navê Dêrsimê careke din bi fermî were qebulkirin, gora Seyîd Riza û hevalên wî were dîtin. Daxwazên me her car ev bûne.”

 

Di çalakiyên li Enqere de dîroknasên ku lêkolînan li ser vê serdemê dikin jî amade bûn û bi belge û arşivên li berdest gotar pêşkêşkirin.

 

Dîroknas Mehmet Bayrak jî got: “Li gorî encamên ku ez gehiştinemê;  40 heta 50 hezar kes hatine kuştin, nêzikî 14 hezar kes ji Dersimê hatine mişextî kirin .Dewleta Tirkiyê li ser nasnameya Tirk û Îslamî hatiye ava kirin û Dêrsimî jî ji ber ku hem Elewî û hem jî Kurd bûn, dewletê ew qirkirin. Dewletê xwest wan tine bike.”

 

Sala 2010 li parlementoya Tirkiyê komisyonek ji bo lêkolînkirina komkujiya Dêrsimê hatibû damezrandin, lê komisyon piştî 4 civînan bêyî ku bigehe encameke hatibû helweşandin.

RÛDAW

 

 

 

 

Please reload