Berpirsekî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Bila PKK li şûna dijbertiyê alîkariya êzîdiyan bike

May 5, 2019

Berpirsekî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bang li PKKê kir, li şûna derxistina astengî û arîşeyan, bila alîkariya kurdên êzîdî bikin.

Çend roj berê çekdarên alîgirên PKKê nehîştin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên mirovî bigihîne xelkê Şingalê.

Berpirsê ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Şingalê, pîr Deyan Ceifer ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, mixabin PKK li hember gihandina alîkariyên mirovî bo kurdên êzîdî astengiyan çêdike.

Pîr Deyan Ceifer her wiha gotiye, bila PKK derxistina alozî û astengiyan, alîkariya kurdên êzîdî bike. Ji ber ku rewşa kurdên êzîdî gelekî kambax e. Divê em hemû alîkariya kurdên êzîdî bikin da ku dîsa rabin ser piyan.

BasNews

 

 

 

Please reload