"Jeonsîda Dêrsimê xelekeke ji sîyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e"
Ev gelek aşkereye ku ji ber bawerî û nasnameya wan, ji holê rakirina miletekî ye.
Dewleta Tirk bi navê stendina leşkerîyê, qismekî mezin ji xelkê herêmê kirin leşker û dû re kesên ku dikarin rêberîya gel bikin, yên xwedî gotin û bi îtîbar tevî malbatên wan ji bo surgun bikin civandin. Ji bo têkilîyên wan bi tevahî bên birîn û hevûdin nebînin surgunî bajarên cuda yên Tirkîyeyê kirin û ‘îqameta mecbûrî’ dan wan. Piştî wê, operasyona îmhakirinê dest pê kir. Bêyî ku ferqê têxin nava wan , gelê Dêrsimê qir kirin. Serokê Asayîşa Malatyayê yê wê demê Î. Sabrî Çaglayangîl îtîraf kiribû ku , jin û zarokên ku ji zilmê filitîbûn revîyabûn şikeftan bi ”jehra mişkan” hatin qetilkirin. Jin û keçên Dêrsimê ji bo zêdetir esaretê nebînin ji zinarên bilind xwe davêtin çemê Munzûrê. Leşkeran hin zarokên sêwî bi xwe re birin bajarên xwe û ew wek miletekî din gihandin.
Jeonsîda Dêrsimê, xelekeke ji sîyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîrîyê dest pê kir û sala 1937-38an bi qirkirina Dêrsimê dawî lê hat. Wek ku di biryarnameyê de hatîye gotin hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.
Ji ber sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê kirîye tiştê dewlet bike ew e uzra xwe bixwaze û gavên pêwist ên li gorî vê rastîyê bavêje. Dewlet dikare bi destnîşankirina mezelên serokên tevgera Seyid Riza, Şêx Seîd û yên din ku heta nuha bi dizî girtîye, dest pê bike.
Di 82emîn salvegera destpêka Jenosîda Dêrsimê de em wan qirkirin û jenosîdên li hember gelê Kurdistanê pêk hatine protesto dikin, rûreş dikin û em li ber şehîdên xwe bi giramî serê xwe ditewînin.
04.05.2019
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAK
Kaynak: "Jeonsîda Dêrsimê xelekeke ji sîyaseta ji holê rakirina gelê Kurd e"
Rûpela nû