HSD: Lazime Tirkiye ji Efrînê vekêşe
Fermandarekî hêzên Sûriyeya demokratîk bi navê Mezlûm Ebdî ragihand ku ev weke HSDê dixwazên kêşeyên heyî bi danûstandinan çareser bike û piştgîriya her cure danûstandinekê dikin lêbelê şêwaza danûstandinên rejîma Sûriyeyê qebûl nakin.
Mezlûm Ebdî herwiha diyar kir ku her cure proje û çareseriyek ku têde nasnameya Kurd nehatibe qebûlkirin serkeftî nabe.
Ebdî di beşeke din ji axaftinên xwe de diyar kir ku danûstandinên ne raste rast di navbera HSD û Tirkiyeyê de hene û HSD amadeye bi awayekî raste rast li gel Tirkiyeyê bo çareser kirina kêşeyan giftûgo bike lêbelê lazime Tirkiye ji Efrînê vekêşe û Efrînê radestê xelkê Efrînê bike.
KTV