Serok Barzanî spasî erk û keda karkeran dike
Serok Mesûd Barzanî di Roja Cîhanî ya Karkeran, daxwaz dike jiyana karkeran dûrî li çewsandinê be.
Di 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran de, Serok Barzanî peyamek belav kir û hêviya jiyaneke xweş ji Karkerên Kurdistan, Iraq û Cîhanê re xwast.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Bi helkefta yekê Gûlanê roja cîhanî ya Karkeran germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî karkerên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêviya jiyanekî bextewer û dûrî li çewsandinê ji bo hemû karkerên azîz dixwazim û spasî erk û keda wan dikim".
Îro 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran e û ev çîna girîng ya civakê li tevahiya cîhanê vê boneyê bi çalakiyên cuda bibîr tîne.
K24
S. B