Serkirdeyê PDK-Sê li Efrînê serbest hate berdan
Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê ku berî mehekê di roja 30î Adar bûrî ji aliyê Beşê Siyasî ya ser bi Polîsa Medenî ve li Efrînê hatibû girtin, îro serbest hate berdan.
Piştî girtina Husên Îbiş, Komîta Navendî ya PDK-Sê di daxuyaniyekê de girtina wî serkirdeyê PDK-Sê şermezar kir û ragihand, desthilatdarên li Efrînê yên ne rewa bi piştevaniya hikûmeta Tirkiyê kiryarên serkotkirinê û binpêkirinên metirsîdar bi mafê welatiyên Efrîn dikin û bi ser de jî kesên xwedî nerînên siyasî binçav dikin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di 18ê Adara 2018an de, ji bilî kiryarên dizî, talan, destdanîna ser mal û milkên xelkê, bi hezaran welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên revandin û eşkencedan.
K24
S. B